Adar 07, 2021 23:14 Asia/Tehran
  • Erdogan siysetên zêdegavî û zêdexwaiyê yên hikûmeta xwe înkar dike

Serokomarê Tirkiyê dibêje ku welatê wî qet di fikra dagirkirina erdên welatên din de nîne û qet siyaseta zêdexwaziyê naşopîne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehr, Receb Tayib Erdogan got: Enqere ti dew û dozek derbarê vê yekê ku filan par ji axa welatekî ya Tirkiyê ye, tine.

Serokomarê Tirkiyê herwiha got: "Çawa ku me her gav gotiye em naxwazin serweriya welate binpê bikin; Em doza xwedaniya ti deverekê nakin, deverên behrê jî tê de. Armanca Tirkiyê tenê parastina maf û herêmên xwe ye.

Erdogan herwiha li axavtina xwe zêde kir û got: "Gavên hatine avêtin qet nayên vê wateyê ku me çav berdaye axa welatên din."

Erdogan di rewşekê siysetên zêdegavî û zêdexwaiyê yên hikûmeta xwe înkar dike ku li şerê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê artêşa xwe û çeteyên li Sûriyê şand alîkariya artêşa Komara Azerbaycanê.

Herwiha artêşa Tirkyê bi alîkariya komên çete û terorîst gelek dever û bajarên Sûriyê dagir kirine û jê dernakeve û li bakura Iraqê û Herêma Kurdistanê jî gelek dever ji aliyê artêşa tirk hatine dagirkirin.

Li Lîbyayê jî Tirkiyê artêşa xwe û çeteyên li Sûriyê şandine alîkariya Wifaqa Nîştimanî bona berdewamkirina şerê li dijî artêşa Xelîfe Hefter û li wir bûye berbendeke cidî li ber lihevkirina grûpên lîbyayî.

Serepeyv