Sizayên giran ên koronayî li Tirkiyê
Adar 06, 2021 17:49 Asia/Tehran
Wezareta karên hundir a Tirkiyê qala sizakirina zêde ji 33 hezar binpêkerên qanûnên Koronayê di rojekê da li vî welatî kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Wezareta karên hundir a Tirkiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Di çarçova lêgerîna esnaf û xwediyên kar û pîşeyê di serdema asayîkirina hêdî hêdî ya koronayî da, roja Îniyê hêzên Polîs, Jandirme, kedkarên şaredariyê û rêxistinên senfî di qaliba zêde ji 48 hezar tîman li 81 parêzgehan pêîk hat û 1561 yekîneyên binpêkerê rêzikên koronayî hatin naskirin û 1816 yekîne hatin hişyarkirin.