Buldan: Sedema krîzan pirsgirêka Kurd e
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan got çavkaniyên Tirkiyê bo şer tên xerckirin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Pervîn Buldan li Stenbole bi endamên çapemenî yê navdewletî re civiyan.
Pervîn Buldan diyar kir ku Tirkiyê di nav krîzeke kûr de ye, lê çavkaniyên aborî ji bo şer tên xerckirin û Erdogan hewl dide Tirkiyê bi “şerê taybet” birêve bibe.
Buldan ragihand ku desthilat nikare Tirkiyê birêve bibe û di serde hatina pandemiyê jî krîzê kûrtir kiriye û ji ber vê yekê serê pirsgirêke AKPê û MHPê dibînin.
Li aliyê din Buldan dibêje ligel krîza aborî, krîza bi giştî li Tirkiyê kûrtir bûye û ji bo ser van krîzan bigrin, HDPê dikin hedef.
Herwiha Buldan amajê bi wê yekê kir ku di demên dawî de zextên wek rakirina parêzbendî û girtina parlamenteran li ser HDPê zêde bûne, ji bo ku ser krîzan bigrin HDPê dikin hedef.
Li ser vê yekê Buldan got bi girtina HDPê, krîzên ku Tirkiye tê deye, dê kurtir bibin.
Di berdewamiya axavtina xwe de Buldan tekez kir ku sedemên krîzên Tirkiyê yên sereke pirsgirêka Kurd e, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rê û rêbazên cûda bên ceribandin û bawer dike pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane û diyalogê dikare bê çareserkirin û wiha got: “Piştî 2015an ji ber ku AKP şêwaz û têgihîştîna xwe guhert û dev ji şêwaza aştiyane berdaye îro Tirkiye van krîzan dijî.”
Li aliyê din Hevserokê HDPê Mîthat sancar jî dibêje sedemên guvaşên ser HDPê hemû siyasî û bêhiqûqî ne.