Adar 05, 2021 08:34 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê biryara YE ya qedexekirina çekan li ser Lîbyayê têxe bin piyê xwe

Dewleta Tirkiyê careke din li dijî biryara çavdêrkirina Yekitiya Ewropayê li ser qedexekirina çekan ji bo Lîbyayê, derket.

Di Mijdara par de, keştiyeke şer a Almanya di çarçoveya erka Yekitiya Ewropayê ya ji bo sepandina qedexekirina çekan a li ser Lîbyayê de, lêgerîn di keştiyeke barkirinê ya Tirkiyê li Deryayê Spî çêkir. Dewleta Tirkiyê jî li dijî vê lêgerînê derket.

Girêdayî heman mijarê ajansa nûçeyan a Almanyayê bi bîr xist ku Wezareta Derve ya Tirkiyê di Sibatê de li dijî pêkanîna lêgerînê di du keştiyên bazirganî de derket ku guman hebûn ku ew ji bo veguhastina nerewa ber bi Lîbyayê ve dihatin bikaranîn û ala Tirkiyê li ser bûn.

Şandeya çavdêriya Irene ya girêdayî YE`yê di Gulana 2020`an de bi armanca pêkanîna aramiyê li Lîbyayê û piştgirîdana xebatên aştiya siyasî ya bi serkêşiya NY`yê ava bû.

Di çend mehên dawîn de dewleta Tirkiyê di çarçoveya piştgiriya hikumeta Wîfaq de asta mudaxeleya xwe di Lîbyayê de zêde kir. Her wiha bi hezaran çeteyên sûrî veguhastin Lîbyayê û li hemberî Hêzên Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê di şerên li Terabulsê de bi kar anîn.

Ruxmî ku aliyên aloziya Lîbyayê di 23`yê Cotmeha 2020`an de li ser agirbestê, derxistina çeteyan û hêzên biyanî di 3 mehan de li hev kirin, lê tevî ku dema wê bi dawî bûye, çeteyên dewleta Tirkiyê hîna li Lîbyayê ne.

Serepeyv