Adar 03, 2021 22:17 Asia/Tehran
  • Tirkiye dê beşeke nû ya S-400 ên Rûsî bikire

Li gor zanyariyan gotûbêjên Tirkiyê bi Rûsyayê re ji bo kirîna duyemîn para mûşekên S-400  berdewam in.

Medyaya rûsî li gor daxuyaniya Sekreterê Pîşesaziya Berevaniya Tirkiyê Îsmaîl Demîr radigihînin, ku gotûbêj her weha li ser berhemînana hevbeş a wan moşekan jî tê meşandin.

Şandina yekemîn para sîstema S-400 a Berevaniya Hewayê ya Rûsyayê  bo Tirkiyê sala 2019 meha Hezîranê destpê kiribû û bûbû sedema krîza navbeyna Enqere û Waşîngtonê.

Waşîngton daxwaz dikir ku divê Enqere peymana kirînê hilweşîne û li şûna wan Patriotên Amerîkayê bikire.

Herwiha gef dixwar ku ew dê Tirkiyê ji bernama berhemanîna firokeyên F-35  bavêje û cezayên li gor qanûna CAATSAyê dê li ser Tirkiyê bisepîne. 

Enqere gav paş de neavêt û niha jî ji bo kirîna pareke nû ya S-400 an gotûbêjan dimeşîne.

Ev yek di wê demê de ye, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja Duşemê daxwaz ji hevtayê xwe yê Tirkiyê Mevlût Çawişoglu kiribû ku bila Tirkiye sîstema S-400an li cem xwe nehêle. 

Serepeyv