Adar 03, 2021 22:00 Asia/Tehran
  • Erdogan û Macron bi telefonê re hevprvînek pêk anîn

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokomarê Fransayê Emanuel Macron bi rêya telekonfarensê hevpevînek pêk anîn.

Li gorî ajansa Anadoluyê, Navenda ragihandinê ya Serokatiya Tirkiyê, Serokomarê vî welatî di vê hevpeyvînê de li ser peywendiyên di navbera Trikiyê û Fransayê û mijarên heremê axivîne.

Di daxiyaniyê de hat ragihandin Erdogan û Macron piştî demek dirêj dîsa hevpeyvîn pêk anîne û Erdogan li Fransayê ji bo kesên ku ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê pêşkêşî serokkomarê Fransayê Macron kiriye.

Herwiha Erdogan giringiya peywendiyên bi Fansa û NATOyê re tekez dike û amaje bi vê yekê dike ku Turkiyê û Fransa, weke du endamên bihêz ên NATO, dikarin li Ewropa, Qefqaz, Rojhelata Navîn heta Afrîqa, bi roleke girîng derbarê asayiş û aşitiyê ve rabin, ew herdû welat, dikarin hêzên teror tune bikin,  jinav bibin û sînorekêî ji êrîşa wan girûpên radîkal re deynin.

Erdogan herwiha ji Macron re got ku diyaloga navbera serokan di têkiliyên navbera welatan de her dem roleke girîng lîstiye.

Ev gotinên Erdogan di rewşekê de ye ku di mijarên cûrbecûr de, ji wan di siyaseta her du aliyan li ser Sûriye, Lîbya û Rojhilata Navîn de hertim di navbera wan nakokî û şerê devkî hebûye.

Serepeyv