Sibat 28, 2021 14:11 Asia/Tehran
  • Ji ber ku got 'Demîrtaşê Delal', daxwaza betalkirina parêzbendiya Garo Paylan tê kirin

Piştî şandina daxwaza betalkirina parêzbendiya dadweriyê ya hejmareke parlementerên dijber bo Parlimana Tirkiyê naveroka hin dosyeyan hat aşkirakirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Di dosyeyên dadweriyê ku Dozgeriya giştî ya Enqerê şandiye parlimanê, tawanên li dijî hin parlementeran hatiye aşkirakirin.

Li gorî vê raporê, Jibo Garo Paylan, Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê, ji ber gotina peyvên "Selahedîn Demîrtaşê delal, Fîgen Yûksekdaga delal û Leyla Guvena delal' bi tawana "Pesndana sûc û sûcdar" daxwaza betalkirina parêzbendiya dadweriyê hatiye kirin.

Lin gorî rapora Bîrkan Bolot ji medyaya Evrenselê, Axaftina hilbijartinê ya Garo Paylan, di 31ê Adarê li Çinara Amedê ku pêkhatî ji gotinên navbirî bû, wek belgeya sûcê di naverokla raporê da hatiye bicihkirin.,

 

Serepeyv