Tohmetbarên kuştina Tahîr Elçî dê 3ê Adara 2021ê werin dadgehîkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i324466-tohmetbarên_kuştina_tahîr_elçî_dê_3ê_adara_2021ê_werin_dadgehîkirin
Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê taybet Twitterê ragihandiye ku roja 3ê Adara 2021ê rûniştina duyem a dadgehkirina bikujên Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî tê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2021 18:57 Asia/Tehran
  • Tohmetbarên kuştina Tahîr Elçî dê 3ê Adara 2021ê werin dadgehîkirin

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê taybet Twitterê ragihandiye ku roja 3ê Adara 2021ê rûniştina duyem a dadgehkirina bikujên Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî tê kirin.

Yek ji serokên berê yê Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Ji bo eşkerekirina hemû aliyekî tawan û cezakirina bikujên Tahir Elçî, “em li salona dadgehkirinê amade dibin, hun jî bi hatin û amadebûna xwe piştgiriyê li dosyayê dikin.”

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, dosya tawan amade kir û di çarçoveya komkirina belge û lêkolînan de sê polîs û çar sivîl bi tohmeta kuştina Elçî, hatin tohmetbarkirin û daxwaza cezayê zîndankirina sê heta neh sal û cezayê 45 sal zîndakirina kesekî din bi navê Ugur Yakişir kir ku reviya derveyî welat û bikujê du polîsan bûye di heman rojê de.

Roja 3ê Nîsana 2020ê 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, dosyeya tawan a dosyeya bikujên Tahir Elçî pesend kir û roja 21ê Cotmeha 2020ê rûniştina yekem a dadgehkirina bikujên Tahir Elçî hat kirin.

Desteya Dadweran di vê rûniştinê de bi hinceta “xemsariya biqest ku bû sedema kuştina Tahir Elçî” biryara hiştina dosyeya cezakirina sê polîs û çar sivîlên din hat dayîn û biryara azadkirina wan a bi merc hat sayîn heta rûniştina duyem a dadgehkirinê. Biryara dadgehê ji ber neadilane bûna wê û dûrragirtina sebebkarên sereke yên kuştina Tahir Elçî ji dadgehkirinê bû sedema nerazîbûneke zêde ya Baroya Amedê û parêzerên Tahîr Elçî.

Roja 27ê Mijdara 2015an di dema civîneke çapemeniyê de Tahir Elçî li ber Minareya Çar Ling a Sûra Amedê, teqe lê hat kirin û yekser canê xwe ji dest da.