Hatûçûna ewleh a gemiyan li Tengerêya Hurmizê hewcetî bi îznê heye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359588-hatûçûna_ewleh_a_gemiyan_li_tengerêya_hurmizê_hewcetî_bi_îznê_heye
Berdevkê Biryargeha Navendî ya Xatemulenbiyayê ragihand: Îdiayên pûç ên Amerîkayê li ser hatûçûna asayî ya gemiyan ji Tengerêya Hurmizê derew in.
(last modified 2026-08-13T13:41:55+00:00 )
Tebax 13, 2026 17:15 Asia/Tehran
  • Hatûçûna ewleh a gemiyan li Tengerêya Hurmizê hewcetî bi îznê heye

Berdevkê Biryargeha Navendî ya Xatemulenbiyayê ragihand: Îdiayên pûç ên Amerîkayê li ser hatûçûna asayî ya gemiyan ji Tengerêya Hurmizê derew in.

Serhengê duyê Îbrahîm Zulfeqarî amajeyî vî yekî kir ku Tengerêya Hurmizê hîna di rêveberiya tam û kontrola Komara Îslamiya Îranê de ye û pêgîrî kir ku ti gemiyeke bazirganî û nifthilgirek bêyî îzn û çavdêriya hêzên çekdar ên Îrqanê nikarin ku bi awayekî ewleh ji vê Tengerêyê derbas bibin. 

Berdevkê Biryargeha Navendî ya Xatemulenbiyayê herwiha got: Hêzên çekdar ên Îranê liv û tevgerên dijminên amerîkî û siyonîst li navçê dişopînin û wê bersiva her gefekê di her astekî de bi awayekî qahîmtir ji berê bidin.