Sibat 27, 2021 19:55 Asia/Tehran
  • Wezîrê parastinê yê Qibrisê: Tirkiye metirsiyeke domdar li ser ewlehiya Qibrisê çêdike

Wezîrê parastinê yê Qibrisê Charlampus Petrides dewleta Tirkiyê bi binpêkirina biryarên navneteweyî yên der barê doza Qibrisê de tawanbar kir û diyar kir ku dewleta Tirkiyê metirsiyeke domdar li ser ewlehiya Qibrisê çêdike.

Charlampus Petrides piştrast kir ku li ser vexwendina sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) welatê wî dê beşdarî civîna Cinêvê bibe ku dê aliyên pirsgirêka Qibrisê di dawiya meha Nîsanê li hev kom bike.

Charlampus Petrides ji toreya El-Erebiyê re got: “Ez dixwazim piştrast bikim ku pêwîst e çareserî li gorî lihevkirinên meclisa ewlehiya navneteweyî û nirx û bingehên yekitiya Ewropayê be. Lê dewleta Tirkiyê bi daxwaza xwe ya rakirina her du dewletan li Qibrisê, helwesteke xeternak nîşan dide."

Petrides bal kişad ser girîngiya lihevkirinên di navbera Qibris û dewletên Kendava Farsê de li hemberî destwerdanên dewleta Tirkiyê li herêmên rojhilatê Deryaya Navîn û eşkere kir ku dewleta Tirkiyê metirsiyeke domdar li ser ewlehiya Qibrisê çêdike, ji ber ku hêzeke leşkerî ya mezin aniye herêma ku li giravê dagir kiriye.

Serepeyv