Tirkiyê li ser kirrîna Pergala S-400ê teqezî kir
Sibat 26, 2021 17:36 Asia/Tehran
Rayedarekî Tirkiyê kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsiyê wek mijareke neteweyî da zanîn.
Li gorî rapora kanala El-Cezîreyê, Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê got: Kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsiyê mijareka neteweyî ye û em ê bi awayekî serbixwe ji Pergalên NATOyê bi kar bînin.
Wî tevî eşareta bi biryarên Waşîngtonê derbarê balefirên şêrr ên F35ê, got: Sînordariyên Amerîkayê dijî Tirkiyê derbarê balefirên F35ê li gorî rûhê NATOyê nîne.