Sibat 25, 2021 21:26 Asia/Tehran
  • Bûldan: HDP ne pariyeke ku zû bê daqurtandin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan serdana Navenda Giştî ya TÎP'ê kir û got, "HDP pariyekî biçûk nîne. Wê ti carî neyê daqurtandin. Em ne partiyeke welê ne ku serî li ber wan bitewînin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan serdana Navenda Giştî ya TÎP'ê kir. Serdan di çarçoveya kampanya 'Destpêkê edalet' de pêk hat. Parlamenterên HDP'ê Zuleyxa Gulum û Dilşad Canbaz Kaya jî bi Bûldan re bûn.

Heyeta HDP'ê ji aliyê Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş û rêveberên partiyê ve hate pêşwazîkirin.

Bûldan piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku li Tirkiyeya ku demokrasî tê binpêkirin, bêhiqûqî heye û siyasetmedarên alîgirê aştiyê hîn girtî ne, bawerî bi desthilatdariyê nayê. Bûldan destnîşan kir ku di hilbijartina bê de wê civak dersa pêwîst bide AKP'ê.

Bûldan bal kişand ser êrişên li ser HDP'ê û got, "HDP pariyekî biçûk nîne. Di hilbijartinên dawî de HDP'ê bi biryara xwe ya stratejîk mohra xwe li hilbijartinê da. Her roj bi operasyonên nû, bi fezlekeyan, bi serdegirtin avahiyên rêxistinên me yên bajar û navçeyan hewl didin me bitepisînin. Lê em ê ti carî serî li ber wan netewînin. Me yên mîna wan gelek dît. Em zanin ku wê dawiya AKP'ê jî çi be. Ji ber pêwîstiya vî welatî ya bi aştiyê, demokrasiyê û edaletê, em ê têkoşîna xwe bigihînin her beşa civakê û bi vî rengî bibin hêzeke pêşeng."

Serokê Giştî yê Partiya Karker a Tirkiyê (TÎP) Erkan Baş jî got, "HDP bi tenê nîne. Ev desthilatdarî her ku tengav dibe gelê Kurd dike hedef û dixwazim bêjim ku ti şensê stratejiya bi tenêhiştina HDP'ê nîne."

Serepeyv