Sibat 25, 2021 14:04 Asia/Tehran
  • Partiya dijî kurdan a ÎYÎ Partî: Em ê ji rakirina parêzbendiya HDPyiyan re bibêjin ‘erê

Cîgirê Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê ku di nijadperestî û neyariya li dijî kurdan de ji MHPê kêmtir nîne, têkildarî rakirina parêzbendiya çend parlemanterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku ew HDPê ji bo Tirkiyê weke pirsgirêk dibînin û dê piştgiriya rakirina parêzbendiya parlamenterên wê partiyê bikin.

Cîgirê Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Yavuz Ağıralioğlu helwesta partiya xwe li hemberî rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê de zelal kir.

Serokê Parlemana Tirkiyê Mistefa Şentop di bersiva pirseke rojnamevanan de derbarê rakirina parêzbendiyê de ragihand, duh 33 daxwazname ji bo rakirina parêzbendiyê li ser parlemanteran gihiştine serokatiya parlemanê ku derbarê 28 parlamenteran de hatine amadekirin.

Ağıralioğlu diyar kir ku ew weke ÎYÎ Partî di parlemana Tirkiyê de ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê dengê “erê” bikar bînin.

Ağıralioğlu wiha got: “Em HDPê weke problem û di bin siha terorê de dibînin. Bi me zimanê wan problem e. Lewma em rast nabînin bi vî zimanî li parlemanê siyasetê bikin. Em dê ji bo rakirina parêzbendiya wan dengê erê bikar bînin.”

Piştî operasyona Gare guvaşa li ser HDPê zêde bûye û herî dawî jî Hevseroka HDPê jî di nav de daxwaznama rakirina parêzbendiya 9 parlemanterên HDPê li ser bûyerên Kobanê pêşkêşî parlemana Tirkiyê hatibû kirin.

HDPê dibêje: Ev zextên hikûmetê û nijadperestan li ser vê partiya qanûnî ji bo vê yekê ye ku ew hewl didin têkçûna xwe li Garê veşêrin an jî bhavêjin ustiyê HDPê.

Serepeyv