Wezîre Derve yê Yewnanistanê xwest ku bila Ayasofya ji nû ve bibe muze
Wezîre Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias ji bo mizgefta Ayasofyayê ya li Stenbolê got divê statuya muzeyê dîsa were dayîn.
Dendias di Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi rêya vîdeo konferansê got “Ez dixwazim li ser mijarek ku ji bo Yewnanistanê girîngiyek taybetî heye bisekinim, bi tevahî rêzgirtina mafên çandê. Hemû welat pergala siyasi, aborî û çanda wan çi dibe bila bibe ji guherîna rewşa bîrdarî ya çandî dûr bikevin.”
Dendias xwest Ji bo ku statuya bîrdarî bê guhertin divê di serî de erêkirina civakên têkildar bê stendin, saziyên wek NY û UNESCO jî divê agayî bide aliyên têkildar û wiha berdewam kir “Li gel tiştên din, ez guhertina Ayasofyayê bo mizgeftê qest dikim. Ev li dijî rêzgirtina ji mîrata çandî ye. Em, bi rêxistinên navdewletî û saziyan re daxwaz dikin ku ev bîrdarî li statuya xwe ya berê were vegerandin.”