Tirkiyê Qendîl û Kanî Masiyê bombebaran kir
Balafirên Tirkiyê duh derdora Çiyayê Qendîlê û bajarokê Kani Masî ya Amediyê li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.
Balafirên cengî yên Tirkiyê duh berê nîvro herdû aliyên Çiyayê Qendîlê, derdora bajarokê Sengeser a girêdayî navçeya Ranya ya Silêmaniyê û derdora bajarokê Zinê Wertê ya navçeya Çoman a Hewlêrê bombebaran kirin.
Birêveberê bajarokê Zînê Wertê Muslîh Zirar ji Rûdawê re ragihand ku Balafirên bê firokvan li ser li ser Çiyayê Qendîlê geriyane û piştî wê firokeyên cengî heremê bombebaran kirine.
Muslîh Zirar got “Firokeyên cengî pêşî girên Sêkanyan û Konêkotrê yên di nav sînorê Sengeserê de bombebaran kirin, piştre girên Dirêdê du caran bambebaran kirin.”
Li aliyê din li gorî medyayên nêzî PKKê,Balafirên cengî saet di 09:10an de derdora gundê Bazê ya girêdayî bajarokê Kanî Masiyê du caran bombebaran kirine.
Herwiha artêşa Tirkiyê di derbarê mijarê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.