Sibat 23, 2021 23:21 Asia/Tehran
  • Buldan: Gare xala gelekî girîng a şikestina desthilatê ye

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibêje, eşkere ye ku operasyona Garê ne bo azadkirina dîlan bû û operasyon wek xala şikestina desthilatê binav kir.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan îro Sêşemê 23ê Sibata 2021ê di civîna koma partiya xwe de li Parlemana Tirkiyê  ragihand ku herçiqas desthilat ji hesabdanê bireve jî, ew dê berdewam bin li ser operasyona Gare û lêpirsîna derbarê desthilatê de û got: “Hikûmeta AKP ji pirsa Gare direve, ji ber tawanbar e û bi rêya bêbextî û armanckirina HDPê divê raya giştî têk bide û şikestin û tawanên xwe veşêre. Eger armanca desthilatê rizgarkirina wan 13 dîlan bûya operasyoneke wiha nedikir.”

Pervîn Buldan herwiha bersiva Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu da ku di çend rojên borî de îddîa kiribû, Parlamentera HDPê ya Agirî Dilan Dirayet Taşdemir demek berî operasyonê serdana Çiyayê Garê kiriye û ligel gerîlayan civiya ye. Piştî axaftina Soylu, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, li ser bingehê wan îddîayan lêpirsîn derbarê wê parlamenterê de da destpê kirin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan herwiha got: “Çi karê parlamentera me li Garê heye? Parlamentera me bo çi biçe Garê? Hevalên hêja, parlamenterên me li wê navçeyê tenê yek cih heye biçinê, ew jî Hewlêr e bi armanca hevdîtina ligel Barzanî, yan bi armanca hevdîtinan ligel aliyên siyasî yên wê derê, car car parlamenterên me diçin Hewlêrê û vedigerin. Ji xeynî wê diçin derveyî welat, diçin Ewropayê. Niha hun dizanin sedema wê tirsê çiye? Tirsa veşartina tawanên xwe ne. Belê Dîlana hevala me duh hûrgilî bo raya giştî vegotin û bang li wan kesên tohmet bo wê çêkirine kir ku rastiya axaftinên xwe îspat bikin. Ez jî heman wê bangê dubare dikim, dibêjim îspat bikin, eger îspat nekin, bêbext in.”

Serepeyv