Sibat 23, 2021 19:52 Asia/Tehran
  •  Dozgeriya Enqerê lêpirsîn bi Parlamentera HDPê re vekir

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê parlamentera Agiriyê ya HDPê Dîrayet Dîlan Taşdemîr HDPê de lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê parlamentera Agiriyê ya HDPê Dîrayet Dîlan Taşdemîr de lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê bi tometa endametiya PKKê û çûna wê ji bo çiyayê Garê lêpirsîn bi parlamentera HDPê Dirayet Dilan Taşdemir da destpêkirin.

Ev lêpirsîn piştî wê yekê tê ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu şeva borî di bernameyeke telefizyonî de gotibû, Dirayet Dilan Taşdemir di dema borî de çûye çiyayê Garê û ew bi endametiya PKKê tometbar kiribû.

Ji aliyê xwe ve, parlamentera HDPê Dirayet Dilan Taşdemir li ser medyaya civakî bersiv da gotinên Soylu û ew tomet red kirin û got ku ew ê ji dadgehê re aşkere bike ku bêbextî lê hatiye kirin.

Serepeyv