Sibat 23, 2021 19:38 Asia/Tehran
  • Berdevka HDPê: Desthilat dixwaze têkçûna xwe bi êrişkirina ser HDPê veşêre

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de nîqaşên li ser operasyona Garayê û kuştina 13 leşkerên dîlgirtî yên di destê PKKê de didomin.

 Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de nîqaşên li ser operasyona Garê û kuştina 13 leşkerên dîlgirtî yên di destê PKKê de didomin. Piştî operasyonê zor û zextên li ser HDPê zêdetir bûn.

 Piştî vê operasyonê û kuştina 13 leşkerên dîlgirtî yên di destê PKKê de rêveberên hikûmetê carekê din HDPê bi milê siyasî yê PKKê sûcdar kirin. Her wiha li dijî 2 parlamenterên HDPê jî lêpirsîn hat destpêkirin.

Berdevka HDPê Ebru Gunay bi civînekê rojnamegeriyê, bersiv da rexne û tawanbariyên desthilatê û got, “dixwazin têkçûna xwe bi êrişkirina HDPê veşêrin.”

Berdevka HDPê Ebru Gunay diyar kir: “ Di rastiyê de operasyona Garê, bûyereke giring e. Hem destpêka wê, hem meşandina wê, hem encamên wê. Hem tiştê ku dihat armanckirin, hem encama wê. Li welatekî normal û demokratîk divê piştî vê bûyerê kesên ku bihatana darizandin, niha gefan li her kesî û bi taybetî jî li partiya me dixwin. Dixwazin têkçûna xwe, binketina xwe bi êrişkirina HDP’ê bipêçin û veşêrin. Lê mirazê dilê wan hasil nebû, negihîştin armanca xwe.”

Her wiha Berdevka HDPê Gunay, bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi Kurmancî û Zazakî daxuyanî da û daxwaza fermîbûn û perwerdeya bi zimanê dayikê kir.

Ebru Gunay destnîşan kir: “Îro jî li Tirkiyê ji bilî Tirkî, ti zimanên din nayên qebûlkirin, nayên naskirin. Perwerdehiya wan nayê dayîn. Ev polîtîka, ev hişmendî mafê jiyanê nade tu zimanî. Di vê sedsalê de polîtîkayên zimankujiyê eybeke mezin e. Zihniyeta yekparêz herî zêde zirarê dide zimanên gelan. Em vê polîtîkayê şermezar dikin. Em vê polîtîkayê qebûl nakin. Belê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de, em careke din banga bilindkirina têkoşîna zimanê dayikê dikin.”

Serepeyv