Sibat 22, 2021 16:10 Asia/Tehran
  •  Li 18 gundên Mêrdînê qedexeya derketina derve hat sepandin

Li 18 gundên navçeyên Dêrik, Şemrex û Qoserê bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Walîtiya Mêrdînê, bi hinceta operasyona leşkerî li 18 gundên navçeyên Dêrik, Şemrex û Qoserê yên Mêrdînê qedexeya derketina derve îlan kir.  Qedexe li gundên Mahlebî, Melêbiya Piçûk,  Qolçiyan, Yevrî, Golikageryayî, Şêb û Kocakoy ên Şemrexê; li gundên Şêba Jêr, Meşkîna, Gundik, Kelek, Harmanlî û Gîrîktepe yên Derikê û li gundên Erban, Badîna,Xarab Kûrik û Milan ên Qoserê haiye îlankirin." 

Serepeyv