Serokê CHPê dewleta Erdoxên da ber rexneyan
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) dewleta Tirkiyê bi nekêrhatîbûn û cihêkariya qewmî û mezhebî tawanbar kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Kemal Qilîçdaroxlû, Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) di civînekê da ku bi awayê vîdyo Konferans digel serokên Civatên parêzgeha Bûrsayê li Tirkiyê hat lidarxistin, got: Serokên hikûmetê dewsa gel, xizmeta berîka xwe dikin.
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) erka desthilatê geşepêdana welêtû pêkanîn akar û xxebatê bo welatiyan da zanîn û got: "Li welatê me ev erk hatiye berdan û dewsa wê ji gel dipirsin, Hûn kurd in an tirk, anjî Elewî ne an Sune?!."
Wî got: Dewleta me kêmasiyek heye û ew jî berpirsên bi şeref e.
Ev di halekî da ye ku beriya vêya Erdoxên li dijî Qilîçdaroxlû bi tawana Bêrêzîkirinê gilî kiribû.