Buldan derbarê wêneyan de bersiva Soylu da: Ezê tiştên zêdetir eşkere bikim
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, derbarê wan wêneyan de ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu nîşan dabûn got: “Ew hemû wêneyên Qendîlê ne ku di dema pêvajoya çareseriyê de bi agahî û erêkirina Erdogan em çûbûn.”
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu da.
Buldan da zanîn ku roja Sêşembê tiştên zêdetir eşkere dike û got: “Ew hemû wêneyên ku şeva borî Wezîrê Navxwe di programekê de nîşan dan, wêneyên Qendîlê ne ku di dema pêvajoya çareseriyê de bi agahî û erêkirina Erdogan em çûbûn.”
Di hevpeyvîneke televizyonî de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser nîqaşên derbarê operasyona Çiyayê Gare de navê wê Parlamentera HDPê eşkere kiribû ku qaşo serdana gerîlayên PKKê li Çiyayê Gare kiriye û gotibû, Dilan Dirayet Taşdemir serdana Gare kiriye. Taşdemir jî bersiva Soylu da û got, dereweke mezin û bêbextî ye.
Derbarê mijarê de Pervin Buldan li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Ew hemû wêneyên ku şeva borî Wezîrê Navxwe di programekê de nîşan dan, wêneyên Qendîlê ne ku di dema pêvajoya çareseriyê de bi agahî û erêkirina Erdogan em çûbûn. Ezê roja Sêşembê di civîna koma me de tiştên zêdetir eşkere bikin.”
Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiva Soylu da û wiha got: “Wezîrê Navxweyî yê vî welatî xwedî giravî xwe dispêre gotinên kesekî û daxuyaniyek ku navê min da, kir. Em dê nîşan bidin ku ev daxuyanî derewek û îftirayek mezin e.”