Erdogan: Bila peywendiyên me û Amerîka bi razîbûna herdû aliyan be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i324276-erdogan_bila_peywendiyên_me_û_amerîka_bi_razîbûna_herdû_aliyan_be
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan şeva borî ragihand ku ew dixwazin peywnediyek di navbera Tirkiyê û Amerîka de hebe ku herdû alî razî bin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2021 06:42 Asia/Tehran
  • Erdogan: Bila peywendiyên me û Amerîka bi razîbûna herdû aliyan be

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan şeva borî ragihand ku ew dixwazin peywnediyek di navbera Tirkiyê û Amerîka de hebe ku herdû alî razî bin.

Erdogan di vidyoyekê ku serokatiya Tirkiyê belav kiriye dibêje, Ew dixwazin hevkariya xwe bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re bihêz bikin, bi away; ku herdû alî razî bin.

Serokomarê Tirkiyê tekez kir ku berjewendiyên hevbeş yê Tirkiyê û Amerîka ji nakokiyên wan bêtir in.

Erdogan di derbarê têkoşîna li dijî PKKê de ji Amerîkayê bi gazin e û dibêje ku wan li dijî PKK ji hevalbendê xwe yê NATOyê alîkariya ku ew dixwazin nedîtine.

Di dema çend salên bûrî de, peywendiyên Tirkiyê û Amerîka li ser çend babetan aloz bûn bi taybetî kirîna sîstema S-400 ya Rûsî, alîkariya Amerîka ji bo HSD û herweha helwêsta Amerîka ya derbarê kuştina 13 girtiyên Tirkiyê li çiyayê Gare, ku Tirkiyê nerazîbûneke tund ji helwêsta Amerîka nîşan da.