Sibat 19, 2021 22:20 Asia/Tehran
  • Selahedîn Demîrtaş kuştina 13 dîlên dest PKKê de şermezar kir

Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demirtaş kuştina 13 dîlên ku di destê PKKê de bûn şermezar kir û hevxemiya xwe ligela malbatên wan nîşan da.

Di encama operasyona artêş Tirkiyê li ser çiyayê Garê de, 13 leşker û polîsên Tirkiyê yên dîl di destê PKKê de bûn hatibûn kuştin. 

Di vê derbarê de, Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demirtaş li Twittera xwe nivîsî: “Ez bi awayekî eşkere, kuştina 13 welatiyên me yên di destê PKKê de bûn şermezar dikim. Ez ji dil hevxemê êşa malbatên wan im û sersaxî li wan dikim. Ez ji ber rûdanên ku qewimîne, gelek xemgîn im.”

Demîrtaş herwiha operasyona artêşa Tirkiyê ya li çiyayê Garê wek şoveke siyasî bi nav kir û got: “Berpirsê trajediya ku di encama wê bûyerê de derketiye, desthilat e û divê hesab bide û nabe HDP û opozisyon wek berpirsyar bên nîşandan.

Di berdewamiya parvekirinan de Demirtaş got, "Tiştê esas ew e ku di her şertê de li dijî çek, tundî û şer, aştî bê misogerkirin."

Serepeyv