PKKê canjidestana 15 gerîlayên xwe ragihand
PKKê têkildarî Operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bo ser PKKê li Çiyayê Gare yê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ku di encama êrişê de 15 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û herwiha 37 leşkerên Tirkiyê jî hatine kuştin. Lê berpirsên Tirkiyê dibêjin: 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 48 endamên PKKê canê xwe ji dest dane.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a ser bi PKKê li ser êrişên artêşa Tirkiyê bo ser PKKê li Çiyayê Gare daxuyaniyek belav kir û têde dibêje êrişa artêşa Tirkiyê biser neketiye.
Di daxuyaniyê de NPG dibêje êrişa hêzên artêşa Tirkiyê ya li ser Garê sibeha 10ê Sibata 2021am dest pê kir, 4 rojan berdewam bû û şeva 13ê Sibatê bi dawî bû.
PKKê herwiha dibêje ku erişa artêşa Tirkiyê ne ji bo rizgarkirina êsîrên tirk bû, teqez ji bo îmhakirina wan bû. Dewleta Tirkiyê li gel desteka bi dehan ÎHA û SÎHA'yan bi zêdeyî 40 balafirên şer bombe li temamiya herêmê barand û bi vî rengî xwest bigihêje armanca xwe, lê operasiyona wan têk çû.”
NPGê diyar dike ku “ji bo parastina êsîran 6 hevrêyên wan şer kirin û canê xwe ji dest dane û di encamê de jî 12 êsîrên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê û girtiyekî ji Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.”
Tirkiye,PKKê bi kuştina 13 welatiyên xwe tohmetbar dike, lê PKK wan tohmetan red dike û dibêje Artêşa Tirkiyê bisaya bombebaran û bikaranîna gaza kîmyawî dîl kuştin û pişt re gulle berdan meytên wan.