Sibat 17, 2021 10:51 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu di derbarê kuştina 13 esîran de rexne li desthilatê kir

Serokê Partiya Komarî a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna gruba partiya xwe de derbarê operasyona li Çiyayê Gare û kuştina 13 esîran de axivî û rexne li desthilatê kir.

Kiliçdaroglu di derbarê kuştina 13 esîrên ku di destê PKKê de bûn, amaje bi vê yekê kir ku 5-6 sal in ew lêşker di destê PKKê de bûn û ji bo rizgar kirina wan tiştek nehatiye kirin di encamê de jî ew esîr tev hatine kuştin.

Kiliçdaroglu got: Tirkiye ketiye rewşeke wisa ku li ser kuştina leşkeren ji hev hesap dipirsin.

Herwiha Kiliçdaroglu li ser kuştina esîran rexne li desthilatê dike ku ji ber ku mijaran esîran hertim di ser guhên xwe de qelavtine.

Kiliçdaroglu rexneyên xwe bi vî rengî berdewam dike ku di derbarê mijarê de çima waliyê Meletê daxuyanî dide, wek mijara Îdlîbê ku 33 leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin û waliyê Hatayê daxuyanî belav kiribû.

Kiliçdaroglu diyar kir ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan gotiye ku ew ê mizgîniyê bide, lê hemû esîr hatine kuştin piştre tirsiyane ku daxuyanekî jî bidin.

Kiliçdaroglu di derbarê oprasyona Gare de mînaka girtina Ocalan jî da û dibêje Bulent Ecevît operasyona girtina Ocalan ji hevjîna xwe re jî negotiye.

Berî niha di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 leşkerên Tirkiyê ku di destê PKKê de esîr bûn, hatine kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan 13 serbazên dîl tometbar dikin.

Serepeyv