Sibat 17, 2021 10:26 Asia/Tehran
  • Metropoll: Li Tirkiyê, Opozîsyon bi 7 puanan di pêşiya desthilatê de ye

Li gorî encama rapirsiya meha Çileyê ya Lêkolîna Metropollê, rêjeya dengên opozîsyonê bi 7 puanan di pêşiya desthilatê de ye.

Rêveberê Lêkolîna Metropollê Ozer Sencar encamên rapirsiya meha Çileyê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir.

Li gorî encama rapirsiyê, bi berçavgirtina hejmara bêbiryaran, dengê desthilatê ji sedî 45.7 û yên opozîsyonê jî ji sedî 52.8 e.

Sencar diyar kir ku beyî hejmara bêbiryaran, rêjeya dengên opozîsyonê ji sedî 43 û rêjeya dengên desthilatê jî ji sedî 37.2 ye.

Herwiha li gorî encama rapirsiya meha Çileyê ya Lêkolîna Metropollê, rêjeya bêbiryaran jî ji sedî 18.6 e û ji wan sedî 34.3 (7.2 puan ) di hilbijartina 24ê Hezîranê de deng dane Tifaqa Komarî û ji sedî 23.9 (4,4 puan) jî deng dane Tifaqa Milletê.

Ji sedî 33.5 di 24ê Hezîranê de beşdarî hilbijartinê nebûne.

Sencar ragihand ku rêjeyek biçûk jî ji kesên ku deng didin partiyên biçûk û yên bersiv nedane pêk tên.

Serepeyv