Sibat 17, 2021 09:07 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDPê: Divê liser kuştina dîlên Tirkiyê li çiyayê Garê lêkolîneke serbixwe bê kirin

Hevserokê HDPê kuştina 13 dîlên Tirkiyê li çiyayê Gare şermezar dike û daxwaza pêkanîna komisyonekê serbixwe ji bo lêkolînê kir.

Hevserokê HDPê Midhat Sancar di civîna koma partiya xwe de li Parlemana Tirkiyê axivî û got, Ew kuştina 13 serbazên Tirkiyê li Gare şermezar dikin û daxwaza pêkanîna komisyonekê serbixwe ji bo lêkolînê ji bûyerê û eşkerekirina raporta pizîşkî ya dadê ji bo raya giştî dikin.

Mîthat Sancar diyar kir ku têkildarî 13 serbazên dîl ên di operasyona Garê de hatine kuştin nakokî hene û divê rastî were zelalkirin û got: “Bila kes ne li bendê be ku em ji gotinên wezîr û hikumet dibêjin bawer bikin.”  

 Sancar anî ziman ku ji ber ku pirsgirêka kurd bi çareseriya demokratîk û aştiyane nayê çareserkirin kuştin heye û got: “Daxuyaniyên Wezîrê Berevaniyê bi nakokî ne û di gotinên wî de derbarê van însanan de agahî jî û nakokî jî hebûn. Pişt re cenazeyan dibin Meletiyê û nasnama wan ji aliyê Waliyê Meletiyê ve tê eşkerekirin. Derket holê ku ev kes polîs û esker û wezîfedarên îstîxbaratê yên di destê PKKê de bûn. Ev komkujiyek e. Ev di hiqûqa navnetewî de binpêkirinek giran û xeternak e. Niha pêdiviya me bi heqîqetê heye. Bêyî ku tu gumanê derxe holê divê were eşkerekirin ku mirin çawa pêk hatiye.”

Hevserokê HDPê herwiha got: “Mirin çawa pêk hatiye bila ev rewş nayê qebûlkirin. Em vê bi eşkereyî şermezar dikin. Lê belê şermezarkirin têr nake, pêdiviya me bi rastiyê heye. Heke em heqîqetê dernexin holê em ne dikarin edaletê û ne jî aştiyê pêk bînin.”

Di Lijneya Giştî ya Parlemana Tirkiyê de Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu jî derbarê operasyona Gare ya li dijî PKKê de agahî dan û PKK bi kuştina wan 13 serbazên dîl tometbar kir.

Serepeyv