Sibat 16, 2021 18:17 Asia/Tehran
  • Hevpeymanê Erdogan li ser êrîşa berfireh ser bakurê Iraqê teqez kir

Serokê Partiya Hereketa Neteweyî ya Tirkiyê (MHP) daxwaza êrîşa berfireh ser bakurê Iraqê kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Dewlet Baxçelî (Devlet Bahçeli), Serokê Partiya Hereketa Neteweyî ya Tirkiyê (MHP) di axaftina li cem nûnerên partiya xwe, tevî daxwaza jibo êrîşa li ser baregehên PKKê li Qendîl û Şengalê got: "Alaya Tirkiyê divê li Qendîlê were hejandin."

Serokê Partiya Hereketa Neteweyî ya Tirkiyê (MHP) got: Amerîkayê bi daxuyaniya ku derbarê kuştina li Garê da, hevlariya xwe tev PKKê aşkira kir."

 

Serepeyv