Blinken û Çavuşoglu bi telefonê pêşhatên li herêmê gotûbêj kirin
Wezîrê Derve yê Amerikayê Antony J. Blinken îro bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re bi têlefonê axivî.
Care yekemîn e ku li ser asta wezîran de peywendiyên Tirkiyê ligel rêveberiya nû ya Amerîkayê çêdibe. Îro 15ê Sibata 2021an Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony J. Blinken û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu peywendiyeke telefonî pêk anîn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê di wê peywendiyê de Antony J. Blinken Blinken tekezî li girîngiya domdirêj a têkiliyên dualî yên Amerîka-Tirkiye, berjewendiyên wan ên hevpar ên li dijî terorîzmê, girîngiya saziyên demokratîk, rêveberiya berfireh û rêzgirtina mafên mirovan kir.
Herdu aliyan ku ji bo aloziya li Sûriyê bi rêyên siyasî bê çareserkirin soz dan.
Blinken ji bo kuştina 13 serbazên dîl ên Tirkiyê di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de canê xwe ji dest dabûn sersaxî xwest.
Herwiha Blinken ji Tirkiyê xwest ku pergala mûşekên Rûsî S- 400 ji destên xwe derxe.
Blinken di heman demê de piştgirî da hevdîtinên di navbera hevpeymanên NATOyê yên Tirkiye û Yunanê de.
Ji aliyê din ve Wezareta Derve ya Tirkiyê jî têkildarî wê peywendiyê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku Çavuşoglu ji bo karê wê yê nû pîrozbahî li Blinken kir.
Li gor daxuyaniyê di peywendiyê de li ser hinek mijarên herêmî ligel mijarên weke Tevgera Fetullah Gulen, PKK, PYD, S-400, Sûriye û Rojhilatê Deryaya Spî gotûbêj hat kirin.
Ev gotûbêja telefonî ya wezîrê derve yên Amerîka û Tirkiyê piştî vê yekê ye ku wezareta karên derve ya Tirkiyê sefîr Amerîkayê li Enqerê bankiribû wezareta derve û derbarê daxuyaniya vê dawiyê ya Waşîngtonê derheq kuştina 13 dîlên Tirkiyeyî li bakurê Iraqê nerizamendiya dewleta Tirkiyê gihande guhê wî.
Amerîkayê di vê daxuyaniyê gotibû ku eger piştrst bibe ku kuştina wan kesan karê PKKê ye wê vî karî şermezar bike.