Erdogan: Amerîka piştgîriya PKKê dike
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku Amerîka piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û PKKê dike û ji wan re çek û teqemeniyan dişîne.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, îro 15ê Sibatê derbarê operasyona Garê ya ser PKKê de û kuştina 13 dîlan daxuyanî dan û got ku wan xwestiye wan rizgar bikin, lê bi ser neketine.
Berî çend roja Erdogan gotibû ew dê van rojan mizgînekê bide xelkê Tirkiyê, piştre eşkere bû ku mebesta wî mizgîna azadkirina 13 dîlên wan bû di destê PKK de, li Çiyayê Garê.
Têkildarî 13 serbazên dîl ên di destê PKKê de ku di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de hatibûn kuştin de Erdogan got: “Ev birayên me di destê terorîstan de dîl bûn. Ji roja hatine dîlkirin ve me hesabê rizgarkirina birayên xwe ji destê wan dikir. Hinek ji wan 5 sal hinek jî 6 sal berê hatin revandin. Di nav wan de polîs û leşker hebûn. Lê mixabin em di vê de bi ser neketin.”
Erdogan dibêje, Amerîka piştgîriya PKKê, HSDê û YPGê dik ku Amerîka bi kamyonan çek û teqemeniya dide wan.
Bi gotina serokomarê Tirkiyê, ew dê Kurd û Ereban ji PKKê rizgar bikin û dê stratejiyeke nû ava bikin.
Erdogan got: “Daxuyaniyeke Amerîka heye ,ka hûn piştevanê terorê û PKK û HSD û YPG nebûn, hun li pişt wan û li rex wan in, ji destpêkê me ev dîtiye, bi hezaran kamyon tank hatine bakurê Iraqê , teqemenî anîn û radestî terorîstan kirin û hêzên me şerê wan terorîstan kirin. Eger em bi we re li NATO û li cîhanê bi hev re ne, divê ev berdewam be pêwîst e hun ji dil bin, nabe hûn li rex terorîstan bin. Eger biryar e ku hûn li aliyekê cih bigrin divê hûn li aliyê me bin.”
Berî niha di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 leşkerên Tirkiyê ku di destê PKKê de esîr bûn, hatine kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan 13 serbazên dîl tometbar dikin.Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê dibêjin, PKKê di dema operasyona li Çiyayê Gare de ew serbazên Tirkiyê kuştine û gule li ser û stuyê wan dane. Lê PKK wê yekê weke tomet bi nav dike û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê red dike.