Sibat 15, 2021 22:33 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Di encama bombebarana herêma Garê de 3 endamên PKKê hatin kuştin

Artêşa Tirkiyê dibêje ku di encama êrişa Balafirênbê pîlot ên vî welatî ser devera Garê 3 endamên PKKê hatin kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan TRT, Wezareta Parastina Tirkiyê ragihand ku ev 3 endamên PKKê di operasyona bi karanîna balafirên bêpîlot ên artêşa Tirkiyê de li herêma Gare li bakurê Iraqê hatine kuştin.

Artêûşa Tirkiyê herwiha ragihand: Di heman demê de di operasyonê de sitargeh, depoyên cebilxane û mewziyên PKKê yên li herêma Garê hatin îmhekirin.

Derbarê vê bombebaranê PKKê jî ragihand: Piştî ku artêşa Tirkiyê li Herêma Gare ya Herêma Kurdistanê derbek giran ji hêzên PKKê xwarin û neçarman paşde bikêşin, balafirên wê dest bi bombebaranê kir.

Li gorî vê rapora PKKê, meydana Xêrî ya ser bi navçeya Akrê ya ser bi Herêma Gare di saet 12:59’an de ji aliyê balafirên şer yên artêşa Tirkiyê ve hatiye bombebaran kirin. Liv û tevgera balafiran ya li ser herêmê dewam dike.

PKKê derbarê kuştî û birîndarên vê bombebaranê ti agahiyek neda.

Serepeyv