Sibat 15, 2021 10:05 Asia/Tehran
  • Parêzgarê Meletiyê: Nasnama esîrên Tirkiyê ku di êrişa ser Garê de hatine kuştin aşkere bû

Parêzgarê Meletiyê Aydin Baruş duh aşkere kir, nasnama 10 leşker û polîsên Tirkiyê ku di êrişa ser Gare de hatine kuştin, hatiye diyaririn û tekez kir, xebata ji bo diyarkirina nasnama 3 kesên din hêj berdewam e.

Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Çengê Baz-2 destpê kir ku duh Wezîrî Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar bidawîbûna operasyonê ragihand.

Piştî ragihandina bidawîbûna operasyonê, Tirkiyê ji zarê çendîn berpirsên xwe ve PKKê bi kuştina 13 dîlên di destê xwe de tometbar kir. Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê yên weke Wezîrê Berevaniyê, Hulusî Akar, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Sererkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ragihandine, ew dîlên PKKê di dema operasyona Gare de kuştine, “sivîl” bûne.

Lê berprisekî din ê Tirkiyê bi aşkerekirina nasnama dîlên kuştî yên li Gare, wan daxuyaniyan tevde red dike. Parêzgarê Meletiyê, Aydin Baruş duh ragihand, nasnameya 10 leşker û polîsên Tirkiyê ku di êrişa ser Gare de hatine kuştin, hatiye diyaririn û tekez kir, xebata ji bo diyarkirina nasnameya 3 kesên din hêj berdewam e.

Ev daxuyaniya Parêzgarê Meletiyê û nasnama dîlan bi tevahî berovajî daxuyaniyên berpirsên pilebilind ên Tirkiyê ne, ku dibêjin kesên dîl sivîl bûne.

Tirkiye û PKK, herdu alî hevdu bi kuştina kesên dîl ên di kampeke PKKê de tometbar dikin.

Lê PKK wê yekê red dike û weke tomet bi nav dike û tekez dike, ku Tirkiyê bi xwe di dema êrişa li ser Gare de, tevahiya dîlên di kampekê de kuştine. Televîziyona Gerîla TV ya PKKê li ser vê yekê bombebarankirina Kampa dîlan diweşîne.

PKK dibêje: “Dewleta Tirkiyê ji bo leşkerên êsîr bikuje ji hewa û bejahî ve êriş kir. Êrişa li ser kampa êsîran bi ti awayî ne ji bo xilaskirina wan bû, lê belê ji bo kuştina wan bû.”

Berdevkê KCKê Zagros Hîwa jî di daxuyaniyekê de ji Beşa Kurdî ya Dengê Amerîkayê re got, ne dûr e Tirkiyê bi mebest ew kamp bordûman kiribe.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar duh serê sibeha Yekşemê 14ê Sibata 2021an li gel Serokerkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û hejmareke fermandeyê bilind ê leşkerî serdana navenda rêveberiya Opersyona Çengê Baz-2 li parêzgeha Şirnexê kir.

Hulusî Akar bidawîhatina opersyonê ragihand û got ku di çarçoveya wê opersyonê de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 3 jî birîdar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê tekez kir, di şerê Gare de 48 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 gerîla jî bi saxî ketine destê wan.

PKKê dibêje: Ew amarên artêşa Tirkiyê derbarê şerê Gare de belav kirine nerast in û heta niha kuştina zêdeyî 30 serbazên Tirkiyê li Gare ragihandiye.

Serepeyv