Polîsê Tirkiyê li Batmanê 7 endamên HDPê desteser kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i324116-polîsê_tirkiyê_li_batmanê_7_endamên_hdpê_desteser_kirin
Hevşaredara Bajaroka Kaniya Henê Gulistan Sonuk jî di nav de 7 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Batmanê hatin binçavkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 15, 2021 05:48 Asia/Tehran
  • Polîsê Tirkiyê li Batmanê 7 endamên HDPê desteser kirin

Hevşaredara Bajaroka Kaniya Henê Gulistan Sonuk jî di nav de 7 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Batmanê hatin binçavkirin.

Duh yekşemê 14.02.2021ê li bajarê Batmanê yê kurdên Tirkiyê, polisan bi ser malên rêveber û endamên HDPê de girt. Di serdegirtinên malan de polisan Hevşaredara Bajaroka Kaniya Henê Gulistan Sonuk jî di nav de 7 HDPê binçav kirin.

Ji bilî Hevşaredar Sonuk kesên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ne; Rêveberê Rêxistina HDPê yê Batmanê Mûrat Kiliç, Rêveberê Navçeya Navendî yê HDPa Batmanê Tayfûn Guney, Endamê Meclisa Ciwanan a HDPê Mehmet Emîn Salman, Endama Meclisa Şaredariya Hezoyê Şukran Çotak, Endamê HDPê Sûat Oztekîn û Seyîd Alî Dogan. Polîsan her heft kes birine Miduriyeta Polisan a Batmanê.