Tirkiyê qala bidawîhatina operasiyona leşkerî li bakurê Iraqê kir
Sibat 14, 2021 22:15 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala bidawîhatina operasiyona leşkerî ya Pencika Bazê-2 ya vî welatî li bakurê Iraqê kir.
Li gorî rapora IRNAtyê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku operasiyona leşkerî ya Pencika Bazê-2 ya vî welatî jibo jinavbirina endamên PKKê li navçeya Garê li bakurê Iraqê bi 48 kuştiyan û girtina du endamên vê komê bi dawî bû.
Di vê operasiyona da her wiha sê çekdarên tirk hatin kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
Operasiyona leşkerî ya Tirkiyê li Gareyê li bakurê Iraqê ji 10ê Sibatê va dest pê bûye.