Sibat 14, 2021 11:25 Asia/Tehran
  • Sir û sexema Ewropayê gihîşte Stenbolê

Pêla sermaya ku ji bakurê Ewropayê gihîştiye Tirkiyê bûye sebeb rewşeke awarte ya dehrojî li bajarê Stenbolê were ragihandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Lêkirina berfê hevrê digel bayî ji nîveka şevê va dest pê bûye û hema wisa didome û pêşbînî hatiye kirin ku germaya bajarê Stenbolê heta 15 pilkeyan dakeve xwarê.

Hin medyayên Tirkiyê sira zêde ya ji ber hatina hewayê sar ji bakurê Ewropayê herîkêm di dehika dawî da bêmînak dane zanîn.

Ji çend rojan beriya niha va, Rêxistina Hewanasiyê derbarê pêla sermayê li hin deverên Tirkiyê ji wan li Stenbolê hişyarî dabû.

 

 

Serepeyv