Sibat 13, 2021 16:56 Asia/Tehran
  •  Artêşa Tirkiyê bombardumana Çiyayê Gare berdewam dike

Ji Şeva din ve balafirên şer yê Tirkiyê devera Berê Garê li binara çiyayê Garê li parêzgeha Duhokê bombarduman dike.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, bombarduman ji şevê din ve destpê kiriye û heta vê sibehê jî berdewam bû herwiha ji şeva din ve li Dêralûkê jî berdewam dengê balafiran tê bihîstin.

Medya nêzîkî PKKê dibêje eva 3 roj in ku Tirkiyê dixwaze leşgerên xwe bi riya helîkopteran li çiyayê Garê bicih bike, lê hêzên wê rê li ber digrin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî li ser rûpela xwe ya fermî ya Twitterê, vîdiyoyên daketina leşgerên xwe li ser çiyayê Gare belav kirine û dibêje, ku wan gelek veşargehên PKKê kirine armanc.

Li aliyê din, Berdevkê Wezareta derve yê Amerîkayê ji Rûdaw re ragihand, ku di her çalakiyeke serbazî de li Iraqê, divê rêz li serweriya wî welatî were girtin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû ku li Çiyayê Gare di 10ê Sibata 2021 de operasyoneke bi navê Operasyona Pence Baz-2 hatiye destpêkirin. Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyon li dijî pêgehên PKKê û ji bo “parastina ewlehiya sînor” û “ji holê rakirina metirsiya êrişên bo ser hêzên ewlehiyê” yên wî welatî hatiye destpêkirin

Serepeyv