Tirkiye: Operasyona li dijî PKKê bi hevahengiya Bexda û Hewlêrê ve cih tê
Tirkiyê duh ragihand ku di encama operasiyona artêşa vî welatî de 33 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakurê Iraqê hatine kuştin û li vî halî de îdia kir ku ev operasiyona leşkerî li dijî PKKê bi rêkeftina bi Bexda û Hewlêrê re cih tê.
Li gorî IRNAyê, medyaya Tirkiyê ji zarê berdevkê serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand ku operasyona leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê li dijî endamên PKK bi hevahengiya Bexda û Hewlêrê cih tê.
Di vî halî de serokê Lijneya Parastin û Ewlekariyê ya Parlemana Iraqê Mehemed Rîda El-Heyder derbarê êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê di nav axa Iraqê de, ji televizyona El-Sumeriye re got ku Iraqê di sala 2008’an de li gel Tirkiyê peyman îmze kiriye û destur daye ku artêşa vî welatî ji bo 2 hefteyan karibe derbasî nav axa Iraqê bibe, lê niha Tirkiye ev peyman binpê kiriye û li seranserî sînor herêmek zêdetirî 17 kîlometran dagir kiriye.
Di vê daxuyaniyê hatiye zêdekirin ku endamên PKKê rastî êrişên hewayî yên giran jî hatin.
Di vî halî de Wezareta Parastina Tirkiyê ragihand ku di operasyonê de sê leşkerên Tirkiyê jî hatine kuştin.
Ji aliyê din ve PKKê jî bi weşandina daxuyaniyekê ragihandiye ku wezareta Parastinê a Tirkiyê derewan dike û artêşa Tirkiyê li Êrişa xwe ya ser Garê têk çûye û bi dehan leşkerên xwe ji dest dane .
Artêşa Tirkiyê sibeha Çarşema borî li Garê ya Kurdistana Iraqê, ev operasyona xwe ya nû da destpêkirin.