Sibat 11, 2021 12:17 Asia/Tehran
  • Şerê giran di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li Garê bi dijwarî didome

Di êrîşa artêşa Tirkiyê ya li ser Garê ya Herêma Kurdistanê de ji her du aliyan gelek kes hatin kuştin. Çavkaniyên Tirkiyê ragihandin ku serpelê bi navê Harûn Tûrhan û leşkerekî wê hatine kuştin. lê belê PKK’ê dibêje herî kêm 9 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Êrîşên artêşa Tirkiyê ya li ser Garê ya Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin bi dijwarî didome.

Çavkaniyên Tirkiyê ragihandin ku serpelê bi navê Harûn Tûrhan û leşkerekî wê hatine kuştin. lê belê çavkaniyên PKK’ê dibêjin herî kêm 9 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin  ku şerê li devera Siyanê ya Garê bi hemû dijwariya xwe didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê li ser êrîşê îro ev agahî dabû: "Artêşa Tirkiyê 10'ê Sibatê saet di 03:00 de li herêma Garê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Ji saet 03:00 ê şevê heta saet 06:00 ê ber destê sibehê, zeviyên gundên Guzê, Meyrokê, Siyanê, Çemşerîtkê, Yekmalê û Kanîsarkê yên herêma Garê û Deşta Kafya, Deşta Nehlê bi balafirên keşfê û şer bi dehan carî hatin bombekirin.

Derdora gundê Çemrobotkiyê saet di 04:30'î de du caran, serê sibehê jî carekê bi balafirên şer hate bombekirin. Helîkopterên Kobra jî di heman demê de derdora gundên Yekmalê û Siyanê bombe kirin.

Li gel bombardûmana balafirên şer û helîkopterên Kobra, hêzên artêşa Tirkiyê li gundê Siyanê damezirîn. Li vê derê di navbera hêzên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket, şer hîn jî dewam dike. Hêzên PKKê li helîkpoterên Kobra û Skorsky ên Tirkiyê xistin, helîkopterên artêşa tirk piştre ji herêmê çûn.

Hêzên artêşa Tirkiyê ku tevlî vê operasyona ji bo dagirkirina Garê bûne, ne ji nav Tirkiyê, lê belê ji Herêma Kurdistanê bi helîkopterên Kobra û Skorsky hatin herêmê."

Serepeyv