Pira li ser riya Colemêrg û wanê hilweşiya
Sibat 10, 2021 01:03 Asia/Tehran
Pira ku li ser riya Colemêrg û Wanê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê yê binê wê hilweşiya.
Pira ku hilweşiyaye 9 kîlometre dûrî navenda parêzgeha Colemêrgê ye û riya Colemêrgê û Wanê bi hev girêdide.
Dîmenên pira hilweşandî ji aliyê kesên ku di wê riyê de derbasdibûn hat kişandin.
Pira ku her roj bi sedan erebe di ser de derbas dibin di binê wê de çaleke bi xeter çêbûye. Stûna pirê ya şikandî bala rêwiyan kişand ku xetera gengaz li ber çavan radixe.
Rayedaran ji bo agahdariyê spasiya wan kesan kirine û dibêjê ji bo pirê çi pewîst be dê bikin.