Cudakariya eşkera li dijî Kurdan di belavkirina vaksîna Koronayê de li Tirkiyê
Çavkaniyên Kurdî li Tirkiyê cudakariya eşkera li dijî kurdan li ser belavkirina vaksîna Korona li Tirkiyê radigihînin.
Kurdpressê li gor amarên ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ve hatine weşandin ragihand, rêjeya lêxistina vaksîna Koronayê li parêzgehên Kurdî yên vî welêtî, ji hêla nifûsê ve ji herêmên din ên Tirkiyê pir kêmtir e.
Heya niha, bi awayê navînî, ji % 4-yê nifûsa giştî ya Tirkiyê li dijî Coronavirus hatine aşîkirin (vaksînekirin), lê pişka parêzgehên kurdî li vî welatî pir pir hindik e.
Hikûmeta Tirkiyê cudakarî û bê edaletiyên zav li dijî kurdên vî welatî bikar tîne ku parvekirina vaksîna Koronayê yek ji wan e ku ne ya yekem e û ne jî dibe ya dawiyê.
Hikumeta Tirkiyê bi kompaniya Çînî bona kirîna 10 mîlyon dozên vaksîna Korona ya bi navê "Sinovak" girêdaye û bi hatina çend barên vê vaksîn li lêxistina vaksîna Koronayê welêt destpê kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê şeva Duşemê ragihand ku 2 milyon û 539 hezar û 559 kes li welêt heya niha bi vîrusa Koronayê ketine, ku 26 hezar û 900 kes mirine.
Van rojên dawî rêjeya ketina gbi Koronayê û mirina ji ber wê li Tirkiyê pir zêde bûye.