Sibat 09, 2021 13:19 Asia/Tehran
  • Parlamenterê HDPê: Li Tirkiyê di her warî de bêhiqûqî heye

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier dibêje, "25 milyon Kurd li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê dijîn nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Li Tirkiyê di her warî de bêhiqûqî berdewam e."

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier di kongreya destpêkirina kampîna“Dadperwerî Ji bo Herkesî” ya HDPê de, li ser armancên kampînê axivî.

Taşçier di derbarê bernama kampînê de got, "li Tirkiyê hiqûq nayê qebûlkirin. Ji kesên li ser desthilatê re hiqûqeke cuda heye ji Kurdan re hiqûqeke cuda heye. Bê sedem û bêtawan bi hezaran kes di zindanan de ne. Selahattîn Demîrtaş bê ceza û bê hiqûqî çar sal û nîv e di zindanê de ye.”

Taşçier dibêje ku ew nikarin li Tirkiyê desthilatê biguherînîn, bi van kampînan armanc ew e ku balê bikşînin ser bêhiqûqiya li Tirkiyê.

HDPê îro piştî serdana partiyên opozisyonê kampîna "Dadperwerî Ji Bo Herkesî" da destpêkirin.

Serepeyv