Sibat 08, 2021 17:15 Asia/Tehran
  • Di belavkirina Vaksîna Koronayê li Tirkiyê kurd dikevin ber Cihêkaiyê

Heta niha bi awayekî navgînî zêde ji sedî 4 ji tevahiya welatiyên Tirkiyê li hemberî Vîrûsa Koronayê hatine vaksînekirin, lê pişk û para parêzgehêln kurdnişîn ji bê yekê gelekî hindik e.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li gorî amarên weşandî ji aliyê Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê, asta vaksînekirina parêzgehên kurdnişîn ên Tirkiyê pêka tevahiya gelheyê, gelekî kêmtir ji navçeyên din ên Tirkiyê ye.

Li gorî nivîsa nûçegihanê T24ê, Di halekî da ku navgîna seranserî ya derzîlêdana Vaksîna Koronayê li Tirkiyê heta roja 5ê Sibatê hinekî zêdetir ji sedî 4 bûye, pişka 10 parêzgehn kurdnişîn ên vî welatî kêmtir ji sedî 2 bûye.

Kêmtirîn qasa vaksînekirinê li seranserî Tirkiyê li parêzgehên kurdnişîn ên Hekarî (Colemêrg) 1.27%, Agirî 1.34%, Şirnex 1.46%, Şanlî Urfa 1.76%, Mêrdîn 1.77% û Mûş 1.77 % ye.

Li Diyarbekirê jî derdora 2.54% e ku gelekî kêmtir ji navgîna welêt e.

Ev rêje li parêzgehên rojavayî yên Tirkiyê ji kêmtir ji 6% heta nêzikî 7% e.

 

Serepeyv