Sibat 06, 2021 22:00 Asia/Tehran
  • Meşqa hevpar a leşkerî ya Tirkiyê û Komara Azerbayîcanê

Hêzên çekdar ên Tirkiye û Komara Azerbayîcanê meşqeke leşkerî li bakurê rojhilatê Tirkiyê bi armanca parastina amadetiya cengî li dar xistin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja Şemiyê ragihand, Meşqa şêrr digel Komara Azerbayîcanê bi navê Zivistan-2021ê ji 1ê Sibatê va li parêzgeha Qersê li bakurê rojhilatê vî welatî dest pê bûye û dê heta 12ê vê mehê bidome.

Vê Wezaretê hejmara hêzên beşdar û amûrên tê da tu agahiyek belav nekiriye.

Ev meşqa şêrr di halekî da li ser sînorê Ermenistanê tê lidarxistin ku gotûbêjên rayedarên welatên têkildar derbarê agirbesa li ser navçeya Qerebaxa Çiyayî didomin.

 

Serepeyv