Sibat 06, 2021 17:29 Asia/Tehran
  • Dewama gefên Amerîkayê li dijî Enqerê der barê S-400ê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Amerîkayê (Pentagon) careke din gefên Waşîngtonê li dijî Enqerê der barê kirrîn û bikaranîna S-400a rûsî dubare kir.

Li gorî rapora France Pressê, Can Kêrbî di axaftineke nû derbarê nakokiya Waşîngtonê û hin endamên NATOyê digel Tirkiyê li ser kirrîna Pergala Bergiriya Asimanî ya Rûsiyê hişyarî da û got; Helwêsta me neguheriye û em ji Tirkiyê dixwazin ku bila Pergala S-400a wê tunebe.

Li gorî lihevkirina Enqerê digel Moskoyê di sala 2017an da, Tikriye çar pergalên berevaniya mûşekî ya S-400ê bi bihayê 2.5 miliyar dolarî ji Rûsiyê werdigire.

Radestkirina pergaklên S-400a Rûsiyê bo Tirkiyê di Tîrmeha 2019an da dest pê bû û li gorî raporan, pêvajoya bicihkirina van pergala didome.

Amerîka dibêje ku biryara Enqerê jibo kirrîna S-400ê ji Rûsiyê tevî ku mûçeyeke berbiçav jibo Rûsiyê dabîn dike, teknolojî û kedkarên leşkerî yên NATOyê dixe ber xeterê.

Ev di halekî da ye ku Tirkiye û Rûsiye vê senaryoyê red dikin.

 

 

Serepeyv