Sibat 06, 2021 09:04 Asia/Tehran
  •  HDP û CHP li Enqerê civiyan

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ziyaret kir.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyeya di 8’ê Sibatê de bi dirûşmeya “Ji Bo her kesî Edalet” dest pê bike de, serdanên xwe yên partiyên mûxalîf dewam li Tirkiyê dike. HDP’ê serdana xwe ya yekemîn bi Partiya Saadet (SP) re kiribû û duh jî serdana xwe ya duyemîn bi Partiya Gel a Komarê (CHP) re pêk anî.

 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re, bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu re li hev civiyan. Civîna li Navenda Giştî ya CHP’ê hat lidarxistin.

Berdeveka HDP’ê Ebrû Gunay, Alîkarî Hevserokê Giştî Tûncar Bakirhan, Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç û Parlamentera Mêrsînê Fatma Kurtûlan beşdarî civînê bûn. Di şandeya CHP’ê de jî, alîkarên Serokê Giştî Mûharrem Erke, Oguz Salici, Berdevkê Partiyê Fakîz Oztrak û Sekretara Giştî Selîn Sayek Boke cih girtin. 

Di rojeva serdanê de, pirsgirêkên bingehîn ên li Tirkiye tên jiyîn, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û pêşniyarên ji bo avakirina demokrasiyê hebûn. Civîne nêzî saetekê dewam kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar piştî civînê, bersiv da pirsên rojnamegeran.

 

 

 

Serepeyv