Daxwaza endamên Parlemana Ewropayê jibo azadkirina Selahedîn Demîrtaş
Endamên partiyên mezin ên Ewropayê li Parlemana Ewropayê daxwaza azadkirina herî bilez a Selahedîn Demîrtaş kirin.
Komeke endamên Parlemana Ewropayê di nameyeke vekirî da daxwaza cihanîna hikmê azadiya Selahedîn Demîrtaş, siyasetmedarê kurd ê Tirkiyê ya dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji aliyê dewleta Tirkiyê va kirin.
Endamên Parlemana Ewropayê di vê namê da ji welatên endam xwestibûn ku dewleta Tirkiyê jibo cihanîna destûra dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê azadkirina Selahedîn Demîrtaş bixin bin zextê.
Wan tawanên hilêxistî dijî Demîrtaş bê hecet dane zanîn û ragirtina wî li zindanê wek binpêkirina mafên mirovan dane zanîn.
Endamên Parlemana Ewropayê cihneanîna biryara dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jibo azadkirina Selahedîn Demîrtaş ji aliyê Tirkiyê va nemaze serokomar û wezîrê karên hundir ê Tirkiyê wek binpêkirina Mafên Mirovan û sebeba bêhitbarkirina vê dadgehê dane zanîn.