Nameya Platforma Zimanê Kurdî bo Erdogan derbarê Asîmîlasiyon û Zimanê Kurdî
Sibat 03, 2021 19:31 Asia/Tehran
Platforma Zimanê Kurd bi şandina nameyekê bo serokomarê Tirkiyê daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî kir.
Civata çandî ya bi navê Platforma Zimanê Kurdî bi şandina nameyekê bo Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî li Tirkiyê kir.
Vê civatê her wiha ji serokomarê Tirkiyê xwestiye ku siyaseta asîmîlasiyonê li dijî zimanê Kurdî û gelê Kurd bi dawî bîne.
Di vê namê da hatiye destnîşankirin ku civat bi Erdogan ra hevnêrîn e ku Asîmîlasiyon cinayeteke dijî mirovahiyê ye û zimanê Kurdî jî ketiye ber vê yekê.
Platforma Zimanê Kurdî xwestiye ku zextên dijî zimanê Kurdî bên rakirin û ev ziman bikeve cîgeheke fermî û qanûnî