Sibat 03, 2021 16:00 Asia/Tehran
  • Nameya Platforma Zimanê Kurdî bo Erdoxan derbarê Asîmîlasiyon û Zimanê Kurdî

Platforma Zimanê Kurd bi şandina nameyekê bo serokomarê Tirkiyê daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî kir.

Civata çandî ya bi navê Platforma Zimanê Kurd bi şandina nameyekê bo Receb Teyib Erdoxanê serokomarê Tirkiyê daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî li Tirkiyê kir.

Vê civatê her wiha ji serokomarê Tirkiyê xwestiye ku siyaseta asîmîlasiyonê li dijî zimanê Kurdî û gelê Kurd bi dawî bibe.

Di vê nameyê da hatiye destnîşankirin ku civat bi Erdoxên ra hevnêrîn e ku Asîmîlasiyon cinayeteke dijî mirovahiyê ye û zimanê Kurdî jî ketiye ber vê yekê.

Platforma Zimanê Kurd xwestiye ku zextên dijî zimanê Kurdî bên rakirin û ev ziman bikeve cîgeheke fermî û qanûnî

Serepeyv