Sibat 02, 2021 12:40 Asia/Tehran
  • Teqeziya Receb Teyib Erdoxan li ser vekolandin û amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya Tirkiyê

Serokomarê Tirkiyê li ser vekolandin û amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya Tirkiyê teqez kir.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Receb Teyib Erdoxan duh qala ihtimala amadekirina pêşnivîsa Qanûna Bingehîn a nû ya vî welatî kir û got: Heke em bi şirîkan ra li hev bikin, em ê di qonaxa tê da ji bo amadekirina Qanûna Bingehîn a nû pêngavan rakin.

Serokomarê Tirkiyê her wiha got: Dema wê hatiye ku Qanûna Bingehîn a nû ya Tirkiyê were vekolandin.

Ebdulhemîd Gul, Wezîrê Dadweriyê yê Tikriyê jî biryara Receb Teyib Erdoxan jibo amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya vî welatî wek Nûçeyeke kêfxweşker jibo hemiyan da zanîn.

 

Serepeyv