Çile 31, 2021 09:38 Asia/Tehran
  •  Tirkiye - Li Elezîz û Şirnexê ji ber berf û bagerê rêya 224 gund û goman hat girtin

Li Elezîz û Şirnexê ji ber berf û bagerê rêya 224 gund û goman hat girtin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li gor agahiyên ji Midûriyeta Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr hatin sitandin, berf û bagerê ji şevê pê va tesîra xwe zêde kir û welatî tengasiyê dikişînin.

Ji ber berfê rêya 20 gundên navendê, 25 gundên Baskîlê, 5 gundên Axînê, 4 gundên Alacakayayê, 3 gundên Aricakê, 16 gundên Madenê, 30 gundên Qereçobanê, 15 gundên Kebanê, 15 gundên Qovancilarê, 20 gundên Paloyê, 45 gundên Sîvrîceyê hat girtin.

 

- Şirnex

Li Şirnexê jî ji ber berf û bagerê rêya 21 gund û 5 gomên Uludere û Beytşebaba naveyên bajêr hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr xebatên vekirina rê didomînin.

Ekîbên şaredariyê jî li bajarê ji duh pê va lê berf dibare kûçe û kolanan paqij dikin.

Wesayîtên zincîr neavêtibûn tekerên xwe asê man. Minîbêsek, 2 wesayîtên ticarî û 4 texsî şiqitîn û qeza kirin. Du ajokar birîndar bûn, zirar li wesayîtan ket.

Serepeyv